Şaredariya Qamişloyê bihayê nû yê ampêran diyar kir

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê bihayê nû yê ampêran ê meha Hezîranê diyar kir û gelek bend ji bo birêxistinkirina xebata jenetoran danîn.

Şaredariya Qamişloyê bihayê nû yê ampêran diyar kir
4 hezîran, 2025   17:48
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê duh ji şêniyan û xwediyên jenetorên ampêran re civînek li dar xistibû û di civînê de li ser bihayê ampêran nîqaş hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya hevbeş a Meclisa Bajarê Qamişlo, Şaredariya Gel, nivîsgeh û Yekitiya Jenetoran, di encama civîna duh de, bihayê ampêran ê meha Hezîranê hat diyarkirin û wiha ye:

-Ampêra mazota xizmetguzarî -di rojê de8 saet: 12 hezaz lîreyên Sûriyeyê.

-Ampêra mazota serbest -di rojê de 8 saet: 76 hezar û 500 lîre.

-Ampêra mazota serbest -di rojê de 16 saet: 153 hezar lîre.

-Ampêra parvekirî (mazota serbest û xizmetguzarî) – di rojê de 16 saet: 88 hezar û 500 lîre.

-Ampêra mazota serbest- di rojê de 24: 165 hezar lîre.

Hevrûkirina van bihayan bi yên berê re wiha ye:

Berê ampêrên xizmetguzarî di rojê de 8 saet dixebitî û her wiha ampêrek bi 13 hezar lîreyan bû, lê niha bi qasî hezar lîreyî kêmtirî wê ye.

Her wiha bihayê ampêrekê li gorî sîstema 24 saetan, bi 14 dolaran bûn, lê niha bi 165 hezar lîreya Sûriyeyê ye, anku li gorî sûka niha 18 dolaran dike.

Her wiha di biryarnameyê de 12 xalên din jî hatin aşkerakirin:

-Avakirina komîteya pîşeyî ji pîşesazan, ji bo lêkolîn û şîrovekirina bihayê ampêran ku di mehên bê de biha li gorî wê bin.

-Divê xwediyên jenetoran di dema wergirtina nirxê ampêrê de fatûreyên birêk û pêk bide welatiyan, bihayê ampêrê di serê her mehekê de diyar bibe, jimareya telefonê, dîroka wergirtinê û navê xwediyê jenetorê li ser bên danîn.

-Dayîna pereyan bi lîreya Sûriyeyê be.

-Dema xwediyê jenetorê li gorî bihayê hatiye diyarkirin tev negerî, wê 25 milyon lîreya Sûriyeyê wek muxalefetkirinê bibe.

-Ger muxalefetkirin dubare bû, wê 35 milyon lîreya Sûriyeyê bide.

-Ger cara sêyemîn jî muxalefetkirin dubare bû, meclisa şaredariyê jenetorê desteser dike.

-Yekcar qedexe ye ku xwediyên jenetoran abone (îştîrak) û pereyên tamîkirina jenetoran ji welatiyên bixwazin. Ew tiştek li ser xwediyê jenetorê re ye û ger ev yek hat binpêkirin, ruxset nayê dayîn û meclisa şaredariyê jenetorê desteser dike.

-Dema jenetor beriya wexta diyarkirî were vemirandin, ji nirxê bihayê ampêran tê kêmkirin, ji bilî rewşên awarte weke xerabbûnê.

-Divê jenetor ji tevahî aliyan ve were paqijkirin.

-Divê welatî ji 1 heta 10’ê herê mehê pereyên ampêran bidin û ger nehat dayîn, ji mafê xwediyê jenetorê re kehrebê li ser qut bike.

-Divê xwediyên jenetorên ku bi sîstema 24 saetan dixebitin, jenetorên xwe di nava rojê de bi çend saetan venemirînin û ev cihê lêpirsînê ye.

(mh/fr)

ANHA