Di teqîna depoyek cebilxaneyan li Hemayê de 4 kes hatin kuştin

Dezgehên ragihandinê yên xwecihî ragihand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê depoyek çek û moşekan li bajarokê Rebîe yê rojavayê gundewarê Hemayê bombebaran kir, di encamê de herî kêm 4 kes hatine kuştin.

Di teqîna depoyek cebilxaneyan li Hemayê de 4 kes hatin kuştin
4 hezîran, 2025   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarokê Rebîe yê rojavayê gundewarê Hemayê depoyeke cebilxane û moşekan li nuqteyeke leşkerî ya berê teqiya.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên xwecihî, balafireke bêmirov a Îsraîlê depoyek çek û cebilxaneyan bombebaran kir, di encamê de agir pêket û gelek teqîn çêbûn, û şêniyên herêmên gundewarê Hemayê dengê teqînan bihîstin.

Lê heta niha tu daxuyaniyek fermî der barê teqînê de nehatiye dayîn. Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku di encama teqînê de herî kêm 4 kes hatin kuştin û zirar bi erebeyekê li nêzî cihê teqînê bû.

(fr)