Şaredariya Girkê Legê dest bi qîrkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Girkê Legê, di çarçoveya plana xwe ya xizmerguzarî ya 2026ˊan de, dest bi xebatên qîrkirina hejmarek rêyên sereke û şaxî yên li hundirê bajêr kir.

10 hezîran, 2026   20:55
QAMIŞLO

Ji bo başkirina binesazî, pêşxistina rêyan, hêsankirina trafîkê û veguhastina şêniyan Şaredariya Gel a Girkê Legê dest bi xebatên qîrkirina hejmarek rêyên sereke û şaxî yên bajêr kir.

Şaredarî wê rêya giştî ya 1660 metre û kêmberiya 16 metreyan, rêya taxa Şehîd Hewar a bi dirêjahiya 835 metere û kêmberiya 8 metreyan, rêya taxa Şehîd Zagros a bi dirêjahiya 156 metreyan û kêmberiya 6 metreyan, Kolana Şaredariyê ya bi dirêjahiay 540 metreyî û kêmberiya 10 metreyan, qîr bike.

Li kêleka wan jî, dê Kolana Şaredariya ya Jor a bi dirêjahiya 590 metre û kêmberiya 8 metreyan, rêya ji Çerxerêya Sûkê heta bi Muheleq a bi dirêjahiya 828 metre û kêmberiya 8 metreyan û taxa Şehîd Qehreman a bi dirêjahiay 740 metreyî û kêmberiya 8 metreyan qîr bike.

Wê rêya kolanekê li taxa Şehîd Kawa ya bi dirêjahiya 330 metreyî û kêmberiya 6 metreyan,  li heman taxê jî kolaneke din a bi dirêjahiya 180 metre û kêmberiya 6 metreyan, taxa şehîd Hevraz a bi dirêjahiay 320 metre û kêmberiya 6 metreyan û txa Şehîd Hevraz-Qadê ya bi dirêjahaiya 38 metre û kêmberiya 28 metreyan, qîr bike.

Hejmara giştî ya rêyan ku divê werin qîrkirin nêzî 68 hezar û 680 metredam û 4100 metredam qîr

Rûbera giştî ya rêyên ku di projeyê de cih girtine gihîştiye nêzîkî 68,680 metreçargoşeyî, di çarçoveya plana şaredariyê ya ji bo nûjenkirina tora rêyên di nav bajêr de, 4,100 metreçargoşeyî qîr ji wan re hatiye veqetandin.

Têkildarî mijarê, Rêveberê Beşa Projeyan a di Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Girkê legê de Şahîn Ehmed got: "Şaredariyê, li gorî bernameya xwe ya xizmetguzarî ya îsal, dest bi projeya xwe ya qîrkirina rêyan kiriye."

Ehmed diyar kir ku armanca projeyê başkirina rêyan, hêasnkirina tevgera welatî û erebeyan û çareserkirina zirarên li gelek kolan û taxan bûye, ye.

(fr)

ANHA