Hamasê qebûl kir ku çek di destê dewletê de be

Hamasê li ser prensîba kontrolkirina çekan ji aliyê desthilata Filistînê ve qebûl kiriye, lê bi şertê ku çekên takekesî neyê standin û di bin qanûnê de bin. Lê ev yek bi rêkeftina vekişîna Îsraîlê ve hat girêdan.

Hamasê qebûl kir ku çek di destê dewletê de be
10 hezîran, 2026   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Filistînî yên ku bi hevdîtinên berdewam ên li Qahîreyê re agahdar in diyar kir ku Hamasê ji destpêka şer di Cotmeha 2013ˊan de, cara yekem bi prensîba "kontrolkirina çekan ji aliyê Desthilata Filistînê ve" razî bûye, lê vê yekê bi hejmarek şert û mercan ve girê daye ku ji bo herdu aliyên Îsraîlî û Amerîkî nayên qebûlkirin.

Hemasê anî ziman ku divê çekên takakesî nayên standin û qebûl kir ku ev çek di bin qanûnê de bin.

Tevgera Hemasê û komên din daxwaz kir ku peymana pêşniyarkirî ku niha tê amadekirin çarçoveyek siyasî dihewîne û diyar bike ku "ev mafên gelê Filistînê yên ku ji hêla qanûna navneteweyî ve têne garantîkirin bin pê nake", anku mafê têkoşîna çekdarî nayê şermezarkirin û nifşên pêşerojê mafê bikaranîna wê diparêzin.

Her wiha wan daxwaz kir ku divê peyman bi bernameyên demê û mekanîzmayên pêkanînê yên girêdayî vekişîna Îsraîlê û hilweşandina milîsên ku bi Îsraîlê re hevkariyê dikin ve were girêdan.

Çavkaniyên Filistînî yên agahdar ji "El Şerq" re got ku helwesta Hamasê amûrekê dide navbeynkaran ku rêveberiya Amerîkayê ya "Konseya Aştiyê" bi rê ve dibe çavdêriyê li bicihanîna plana Xezayê bike, îqna bike.

Çavkaniyek nêzîkî nîqaşên di navbera navbeynkar, Hamas û aliyên Filistînî yên beşdar de got, "Sînordarkirina çekan bi desthilata Filistînê yan hikumeta lihevkirî re tê vê wateyê ku tu alî nikare milîsên çekdar ava bike yan jî beşdarî çalakiyên leşkerî yên wekî perwerde, çêkirin, kolandina tunelan, qaçaxçîtiya çekan û hwd. bibe. Ev tirsa her alî ji dubarebûna êrişa 7ˊê Cotmehê û yên din ên mîna wê ji holê radike."

(fr)