Şandeyek hikumeta demkî serdana Kobanê kir

Di çarçoveya hewldanên xurtkirina îdarî li herêma Kobanê de şandeyek ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê serdana Kobanê kir, mekanîzmayên birêxistinkirina xebata îdarî û xizmetguzarî nîqaş kirin.

Şandeyek hikumeta demkî serdana Kobanê kir
17 gulan, 2026   16:15
KOBANÊ

Rêveberiya Bajarê Kobanê Îbrahîm Muslim tevî şandeyek ji hikumeta demkî serdana Kobanê kir.

Nûnerên ji Rêveberiya Xweser a bajêr, Rêveberê Navçeya Kobanê Mihemed Mihemed û şandeyek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşwazî li şandeya hikumetê kir.

Her du aliyan birêveçûna kar û barên sivîl û rêbazên serxistina proseya entegrasyonê, ku aramiyê xurt dike û xebata îdarî û xizmetguzarî ya herêmê bi rêxistin dike, nîqaş kirin.

(fr)

ANHA