Li Qamişloyê dosyaya "Kembera Erebî" hat nîqaşkirin

Di rûniştineke diyalogê ya li Qamişlyê ya bi navê "Kembera Erebî" de hiqûqnas, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl banga çareserkirina dosyayê bi rêyên qanûnî û hiqûqî kir, da ku maf li xwediyên wan vegerin.

17 gulan, 2026   17:45
QAMIŞLO

Navenca Yekpar a Çand û Hunerê bi navê "Kembera Erebî: ji neeheqiyê ber bi tazmînatê ve" rûniştineke diyalogê li dar xist. Di rûniştinê de hiqûqnas, nûnerên ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Kombûna Demokratîk, Saziya Êzidî ya Çand û Geşepêdanê, endamên rêxistinên civaka sivîl û hejmarek ji xwediyên erdên hatine desteserkirin amade bûn.

3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Ya yekemîn projeya "Kembera Erebî" û paşxaneyên wê yên dîrokî, ya duyemîn çareseriyên qanûnî û hiqûqî yên guncaw, ya sêyemîn pêşniyar û biryar. Rûniştinê ji hêla Elî Îskan ve hat birêvebirin

Girêdayî mijarê, Elî Îskan hûrgirliyên projeya "Kembera Erebî" ya ku di navbera 1973-1976ˊan de hatiye pêkanîn şîrove kir. Îskan diyar kir ku armanca sereke guhertina demografîk li seranserî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê bû ku ji bajarê Dêrikê heta bi Serêkaniyê ye.

Îskan destnîşan kir ku rûberên fireh ji erdên çandiniyê yên xwediyên wan Kurd û Êzidî bi hincera avakirina "projeyên nimûneyî" hatin desteserkirin û nêzî 40 hezar kes li herêmê hatin bicihkirin. Ev kesên hatine bicihkirin jî nêzî ji sedî 6 ji şêniyên parêzgeha Hesekê ye.

Beşdaran diyar kir ku cotkar, eşîrên Kurd û Êzidî yên herî zirar ji vê kemberê dîtine. Ji ber ku mal û milkên wan hatin desteserkirin.

Di rûniştinê de hat gotin ku van siyasetan şopên kûr li ser mozaîka civakî ya herêmê hişt û nakokî di nava pêkhateyan de çêir.

Beşdaran banga naskirina zulmê li ser wan di serdema Baasˊê de hatiye kirin, kir û got vegerandina mafan û çareserkirina dosyayê bi awayekî qanûnî gaveke bingehîn a avakirina bawerî û pêkanîna edaletê ye.

Beşdaran ji hikumeta demkî û rêveberiya Hesekê xwest ku çareseriyên qanûnî û hiqûqî yên zelal deynin û erdan li xwediyên wan vegerînin an jî tawîzan pêşkêşî wan bikin.

Di dawiyê de hin pêşniyar hatin kirin weke; qanûnên di serdema Baasˊê yên girêdayî kembera Erebî hatine derxistin werin betalkirin, mersûma 13ˊan were lêkolînkirin, desteya yasayî û hiqûqî ya taybet bi şopandina dosyayê were avakirin, rûniştin û atolyeyên hiqûqî werin birêxisitnkirin û garantiyên yasayî werin dayîn ku siyasetên dûrxistinê dubare nebin.

(fr)

ANHA