Şandeya leşkerî ya Iraqê gihaşte Hewlêrê
Şandeyeke bi serokatiya şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî ji bo rewşa ewlehiyê ya li Başûrê Kurdistanê û avakirina baregehên leşkerî yên artêşa Tirk li sînorê parêzgeha Dihokê bişopîne, çû Hewlêrê.
![Şandeya leşkerî ya Iraqê gihaşte Hewlêrê](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_668fa67bf2c93.jpg)
Çapemeniya Iraqê ragihand ku li ser biryara Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, şandeyek bi serokatiya şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, ji bo rewşa ewlehiyê ya li Herêma Kurdistanê, êriş, dagirkerî û avakirina xalên kontrolê li sînorê parêzgeha Dihokê bişopîne, gihaşte Hewlêrê.
Tê payîn Qasim Erecî bi wezîrê karên hundir ê Başûr û berpirsên din ên hikumeta demborî ya Başûr re bicive.
Piştî bertek û helwestên li dijî êriş, dagirkerî û leşkerkêşana dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûr, duh bi şev serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî yekem helwesta hikumeta Iraqê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk aşkera kir. Her wiha Lijneya Wezîran a Iraqê ji berpirsên ewlehiyê re ragihandiye ku serweriya Iraqê misoger bikin.