Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re careke din serî li dozgeriyê da. Zêdetirî 40 meh e agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin.
![Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_668fa13f96549.jpg)
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da. Rêber Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 40 meh e tu agahî jê nayên girtin. Her wiha parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin; Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê da.
Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin.
Di 8 salên dawîn de herî kêm 13 caran û her carê heta 6 mehan, biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.