Şahiya Sedsaliya Damezrandina Qamişlo bi dawî bû

Digel atmosfêreke hunerî, gelêrî, govend û stranan çalakiyên şahiya Sedsaliya Damezrandina Qamişloyê bi dawî bûn.

21 tebax, 2026   00:08
QAMIŞLO

Çalakiyên şahiya Sedsaliya Damezrandina Qamişloyê bi xelatkirina hejmarek kesayetên ku daxmaya xwe li dîroka çandî, civakî, werzîşî û siyasî ya bajêr xistine bi dawî bû. Li kêleka wê jî hejmarek dayikên şehîdan û kesayetên din hatin xelatkirin.

Navên kesên hatine xelatkirina wiha ne; Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran, Şêx Mêzer Medlol, Şêx Maşûq Xeznewî, lîstikvan Heysem Kico, Mîşêl Dom, yekem serokê şaredariya Qamişlo û yekem xwediyê dikana “Ezra” şêx Mihemed Ebdurhman El Taî û hunermend Seîd Yûsif.

Her wiha şehîd Cuma Bavê Teyar, Yûsif Gulo û Nûreddîn Sofî jî hatin xelatkirin.

Li kêleka wan jî hejmarek dayikên şehîdan weke Yadê Fesle, dayika şehîd Reşîd û dayika Îqlîme, dayika şehîd Zinarîn, Yadê Şaha û dayika şehîd Delîl hatin xelatkirin.

Hejmarek kesayetên çandî û civakî weke Besam Nûrî Omer, Zavîn Berberiyan, Ebas Îsmaîl, helbestvan Konê Reş û endazyar Subhî El Nîzal jî hatin xelatkirin.

Hunermend Ednan Seîd, Hofîk, Şerîf Omerî, Esed Zekî, Nesrîn Botan, Ferhad Kurdî, Cadar Zaxoyî stran gotin.

(f)

ANHA