Di teqînekê de li gundewarê Îdlibê 3 mirin û 6 jî birîndar bûn

 Li gundê Eyn El Qesab, nêzîkî Cisr El- Şuxur li gundewarê rojavayê Îdlibê piştî nîvê şevê di encama teqînekê de li malekê 3 kest hatin kuştin û 6 kesên din, di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.

Di teqînekê de li gundewarê Îdlibê 3 mirin û 6 jî birîndar bûn
21 tebax, 2026   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Eyn El Qesab, nêzîkî Cisr El- Şuxur li gundewarê rojavayê Îdlibê piştî nîvê şevê li malekê teqîn çêbû di encamê de 3 kest hatin kuştin û 6 kesên din, di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.

Parastina Sivîl ragihand ku di nav miriyan de zilamek, jina wî û birayê wî hebûn. Li gorî agahiyên destpêkê teqîn ji ber teqemeniyên masîgiriyê yên ku di hundurê malê de hatine hilanîn çêbûye.

(k)

ANHA