Rûsyayê NATO tehdît kir 

Rûsyayê ji bo herêma Kalînîngradê NATO şiyar kir û got heke hewl bidin herêmê îzole bikin, ew ê çekên nukleer bi kar bînin.

Rûsyayê NATO tehdît kir 
1 cotmeh, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Moskovê belgeyek ji NATO`yê re şand û got heke ew hewl bidin Kalînîngradê ji Rûsyayê qut bikin ew ê hemû hêza xwe, heyanî çekên nukleer ji bo parastina wê bi kar bînin. Her wiha NATO bi şopandina rêyeke xeternak ku bibe sedema şer, tawanbar kir.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Mark Rutte got NATO’yê bersiv daye Moskovê û got xebat û perwerdeya NATO`yê xetere li ser erdên Rûsyayê çênake û bang li Rûsyayê kir ku dawî li şerê xwe yê li Ukraynayê bîne û bi çekên nukleerî gefê li NATO`yê nexwe.

Her wiha Rutte got heke tevgereke biçûk a Rûsyayê li dijî Fînlandiya, welatên Baltîkê yan Polonyayê çêbe dê bersiv jê re were dayîn û destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hîna parastina Ewropayê dike û destekê dide Ukraynayê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî da zanîn ku hêzên wan li bendera Chornomorsk a li ser Deryaya Reş keştiyeke barhilgir, li Kîevî jî navenda veguhastin û lojîstîkê û li Odessayê navendeke daneyan a îstîxbarata artêşa Ukraynayê bombebaran kirine.

Rayedarên herêmî yên Ukraynayê agahî dan ku di encama bombebarankirina Rûsyayê de li Kîevê kesek, li Odessayê jî kesek birîndar bûne û binesaziya bajar ziyan dîtiye.

(np)