Di rojnameyên erebî de şerê DYA û Îranê û geşedanên li Lubnanê bûn rojev

Di rojnameyên erebî de hat diyarkirin ku dan û standinên DYA û Îranê hîn jî dûrî lihevkirinekê ne, derfetên çêbûna lihevkirinekê girêdayî dosyaya nukleerê, ceza û ewlehiya korîdorên deryayî ne. Li Lubananê geşedanên heyî rewşa siyasî û herêmî ji nû de saz dikin.

Di rojnameyên erebî de şerê DYA û Îranê û geşedanên li Lubnanê bûn rojev
1 cotmeh, 2026   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojnameyên erebî de, behsa mijara dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê, siberoja Lubnanê û rola Hizbullahê hat kirin.

‘DAN Û STANDINÊN DYA Û ÎRANÊ; DOSYA NUKLEERÊ Û TENGAVA HURMUZÊ’

Rojnameya Independet Erebî bi sernavê “Washington û Tehran li lihevkirinekê digerin ku pê her du alî jî bi ser bikevin” raporek weşand. Di raporê de behsa pêvajoya diyaloga li New Yorkê ya di navbera her du aliyan de hat kirin û hat di diyalogê de tiştên nexuyayî hebûn, li aliyekî din Washingtonê pêşniyarên Îranê red kirin, Tehran jî bi rêya navbeynkariya Qeterê li benda bersiveke fermî ma, vê yekê hişt ku nîşaneyên nelihevkirinê ji yên lihevkirinê bêhtir derkevin pêş.

Di heman raporê de hat diyarkirin ku nelihevkirin bêhtir li pêş e, domandina ceza û zextên aborî yên li ser Îranê hîn hene, armancên Washingtonê girêdayî vekirina Tengava Hurmuzê, misogeriya ewlehiya Hurmuz û Bab El Mendeb in.

Rojnameya El Şerq a Lubnanê jî bal kişand ser zextên aborî yên DYA’yê yên li ser dewletên ku dan û standinê bi Îranê re dikin û da zanîn ku Washington hewl dide ji hêla darayî û aborî ve hemû dewlet têkiliyên xwe bi Îranê re kêm bikin.

LUBNAN Û HIZBULLAH

Di rojnameya El Şerq a Lubnanê de jî bi sernavê “Hizbullahê li benda çi ye?” gotarek hat belavkirin. Di gotarê de hate bal kişandin ser bandora şer a li ser başûrê Lubnanê û zirarên ku gihîştine şênî û koçberan û hat destnîşankirin ku li wir milyonek welatî bê stargeh mane.

Rojnameyê geşedan, şerên dawîn û domandina bandora li ser Lubnanê û herêmê anîn rojevê û diyar kir ku vegera rewşa beriya van geşedanan bûye mijareke dûrî rastiyê.

(sb)