Rûsyayê bi dehan balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand wê bi dehan balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê bi dehan balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin
26 tebax, 2025   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta parastinê ya Rûsyayê îro (sêşemê) bi daxuyaniyekê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî duh bi şev 43 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin. 

Li gorî daxuyaniyê, balafirên bêmirov ên Ukraynayê li asîmanên herêmên Leningrad, Ryazan û Tula, Volgograd, Bryansk, Oryol û Pskov, Belgorod û Kursk, Lipetsk, Novgorod, Nizhny Novgorod û Rostov û nivîgirava Kirimê hatin xistin.

(fr)