Li Xezayê di zêdetirê 24 saetan de 100 kes hatiye kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên zêdetirên 24 saetên dawîn ên Îsraîlê yên li ser Xeza û Dêr El Beleh de jin, zarok 5 rojnamevan jî di nav de 100 kes hatin kuştin.

Li Xezayê di zêdetirê 24 saetan de 100 kes hatiye kuştin
26 tebax, 2025   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi balafir û obîsan êrişî bajarên Xezayê û Dêr Beleh kirin. Di encamê de jin û zarok di nav de 100 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku balafirên Îsraîlê li kolana El Cela ya bajarê Xezayê avahiyekê bombebaran kir, di encamê de jinek û pitika wê jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku li herêma Şati yê rojavayê bajêr jî malek hat bombebarankirin, lê tu agahiyên dîtir nehatin parvekirin.

Hate ragihandin ku li taxa El Sebra ya rojhilatê Xezayê jî avahiyek hat wêrankirin, di encamê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û hîna gelek jî di bin kavilan de winda ne.

Li Ceblaya ya bakurê Xezayê jî hêzên Îsraîlê avahî rûxandin û naverast û başûrê bajar jî bombebaran kirin.

Duh jî Îsraîlê Nexweşxaneya Nasir ya li başûrê Xezayê bombebaran kiribû, di encamê de heta niha jê 5 rojnamevan 91 kes mirin.

NYˊê jî têkildarî mijarê, gotibû êrişên li dijî nexweşxane û rojnamevanan sûcekî şer e û ji civata navneteweyî xwest ku hesab ji berpirsan bixwaze.

(fr)