Li ser sînorê Sûriye-Lubnan pevçûn: 2 kes hatin kuştin

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê di navbera qaçaxçîtiyan de pevçûn derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin, yek  birîndar bû.

Li ser sînorê Sûriye-Lubnan pevçûn: 2 kes hatin kuştin
26 tebax, 2025   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berbanga îro li ser sînorê Sûriye-Lubnanê şerekî çekdarî di navbera qaçaxçîtiyên ji her du welatan de derket.

Li gorî rojnameya El Nehar ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih wergirtine, di şer de sûriyeyekî û lubnaniyek hatin kuştin û lubnaniyek din jî birîndar bû.

Rojane li ser sînorên Sûriyeyê yên bi welatên cîran re hewldanên qaçaxçîtiyê û pevçûn rû didin, di encamê de sivîlên nêzî wan herêman dibin qurbanî. Ev yek jî piştras dike ku hêzên hikumeta Şamê nikare sînorên xwe biparêzin.

(bb)