Rûsyayê bajarekî li Donetskê kontrol kir

Rûsyayê ragihand ku bajarê Chasiv Yar ê stratejîk ê li herêma Donetskê ya Ukraynayê kontrol kiriye.

Rûsyayê bajarekî li Donetskê kontrol kir
31 tîrmeh, 2025   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Rûsyayê îro ragihand ku bajarê Chasiv Yar ê stratejîk ê li herêma Donetsk ê rojhilatê Ukraynayê bi temamî kontrol kiriye. Ew bajar ji bo hêzên Ukraynayê navendeke stratejîk bû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de diyar kir "Hêzên wê bajarê Chasiv Yar rizgar kir" û destnîşan kir ku ev yek piştî şerê mehekê pêk hat.

Girêdayî mijarê, rayedarên Ukraynayê da zanîn ku di êrişên nû yên Rûsyayê de ku moşek û balafirên bêmirov bi kar anîne, kesek hatiye kuştin û bi dehan kes li Kîevê birîndar bûne.

(fr)