Civîneke din di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi armanca nirxandina rewşa ewlehiyê ya li başûrê Sûriyeyê îro dê bi wezîrê kar û barên stratejîk ê Îsraîlê re bicive.

Civîneke din di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de
31 tîrmeh, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên dîplomatîk ji dezgehên çapemeniyê re ragihand ku îro wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed Şeybanî û wezîrê kar û barên stratejîk ê Îsraîlê Ron Dirmir li paytexta Azerbeycanê Bakûyê bicivin. 

Balkêş e ev çend car e civînên fermî di navbera her du aliyan de bi armanca nirxandina rewşa ewlehî ya li Başûrê Sûriyeyê tên lidarxistin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ev civîn di çarçoveya berdewama civînên berê de pêk tê.

Civîna dawîn di 12’ê Tîrmehê de dema serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri serdana Azerbeycanê kiribû, pêk hat. Beriya wê jî li Parîsê bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera her du aliyan de civînek pêk hatibû.

Tê gotin civîna hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê, bi dema civîna ji nişka ve ya wezîrê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji paytexta Rûsyayê Moskovê re pêk hat. Çavkaniyên ji Rûsyayê diyar kir ku têkiliya ev civîna Şeybanî bi Dirmir re bi telefona di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve girêdayî ye. Serokê Rûsyayê destpêka hefteyê bi serokwezîrê Îsraîlê re bi telefonê axivîbû.

Li gorî daneyan tevgera dîplomatîk û bi taybet a girêdayî başûrê Sûriyeyê, bi armanca kêmkirina tundiya heyî zêde bûye. Ev guhertin piştî binpêkirinên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî xelkê Siwêdayê, pêk hatiye.

(dc)