Rûsyayê 21 balafirên bêmirov ên Ukraynayê bê bandor kirin

Ajansên nûçeyan ên Rûsyayê ragihand ku hêzên parastina hewayî yên Rûsyayê 21 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê 21 balafirên bêmirov ên Ukraynayê bê bandor kirin
30 ÇILE, 2024   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê 21 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li bajarên Belgorod, Bryansk, Kaluga û Tula xistine xwarê. 

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Pergalên parastinê yên hewayî 21 balafirên bêmirov ên Ukraynayê rûxandin. Jê 11 li asîmanê Komara Qirimê, 5 li parêzgeha Belgorod, 3 li asîmanê parêzgeha Bryansk û yek jî li asîmanê Kaluga û Tulayê bûn."

(şx)