Li Efrînê revandina şêniyan berdewam e

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 sivîl li Efrînê revandin. Hejmara kesên di vê mehê de li Efrînê hatine revandin, gihaşt 38 kesan û aqûbeta wan ne diyar e.

Li Efrînê revandina şêniyan berdewam e
30 ÇILE, 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 şênî li gundê Guliya Jêrîn ê navçeya Racoyê revandine. 

Têkildarî detayên revandinê ku rêxistinê ji şahidan parve kirine, duh çeteyan Mihemed Nasan (57) û Ebdo Mihemed Bekir (53) revandine.

Her wiha çeteyan 24`ê Çileyê şêniyê bi navê Silêman Cuma Mihemed (39) li gundê Beiyê yê navçeya Şêrawayê revand.

Beriya wê jî 17 û 24`ê Çileyê 3 şênî li Efrînê revandin, di nav wan de kesekî astengdar heye.

Navenda Belgekirina Sûcan jî di raporeke xwe de navên 32 şêniyên Efrînê yên di Çileyê de hatine revandin, aşkera kiribûn.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên li bajarê dagirkirî mane, didomin.

(şx)