Rûsyayê 2 bajarokên din ên Ukraynayê xistin bin kontrola xwe

Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li Donetsk û Sumy yên Ukraynayê 2 bajarok xistine bin kontrola xwe û nêzî 170 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê 2 bajarokên din ên Ukraynayê xistin bin kontrola xwe
31 gulan, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokê Novopole yê li herêma Donetsk û bajarokê Volodyagi yê li parêzgeha Sumy xistine bin kontrola xwe.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Bi saya operasyonên yekîneyên Koma Rojhilat, bajaroka Novopole yê Donetskê hat kontrolkirin. Hêzên Rûsyayê li gelek herêman li hêzên çekdar ên Ukraynayê xist. Xêdetirî 185 leşker û wesayîtên şer windahiyên Kîevê çêbûn û stasyoneke şerê elektronîk hat rûxandin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Yekîneyên Koma Bakur a Rûsyayê pêşveçûna xwe dewam kir, li gelek herêmên devera Xarkovê ziyanên mirovî û madî gihandin Hêzên Çekdar ên Ukraynayê. Zêdetirî 220 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin, 5 wesayitên şer ên zirxî, gelek çek û 2 depoyên cebilxaneyê hatin rûxandin."

Li gorî daxuyaniyê; "Sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê 169 dronên Ukraynayê xistine xwarê.”