224 malbatên iraqî ji kampa Holê vegeriyan warê xwe

224 malbatên iraqî ku ji 840 kesan pêk dihat ji kampa Holê ber bi Iraqê ve bi rê ketin.

224 malbatên iraqî ji kampa Holê vegeriyan warê xwe
31 gulan, 2025   14:53
HESEKÊ

Di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîseriya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro beşa 7’an a penaberên iraqî yên li kampa Holê diman, ber bi warê wan ve hat şandin.

Beşa 7’an a penaberan ji 224 malbatan (840 kes) pêk tê û bi tedîbrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî ber bi Iraqê ve hat birêkirin.

(bb)