Yasir Silêman: Em ji bo hevdîtina li gel şandeya muzakereyan li Şamê ne

Yasir Silêman diyar kir ku şandeya wan ji bo hevdîtina li gel "şandeya muzakereyan a hikumeta pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê" li Şamê ye.

Yasir Silêman: Em ji bo hevdîtina li gel şandeya muzakereyan li Şamê ne
31 gulan, 2025   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ber bi Şamê ve bi rê ket.

Şande ji endamên komîteya ku 12’ê Nîsanê hatibû avakirin pêk tê; Foza Yûsif, Ebid Hamid El Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî û berdevkên komîteyê Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman.

Der barê mijarê de Yasir Silêman agahî dan ajansa me.

Yasir Silêman diyar kir ku ew ji bo hevdîtina li gel "şandeya muzakereyan a hikumeta pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê" li Şamê ne û got: "Destpêkê dê her du şande hev din nas bikin, piştre dê rojev û mijarên sereke û torên lihevkirinan werin nîqaşkirin."

(bb)