Rûsya û Çînê veto li dijî pêşnûmeya DYA’yê bi kar anî

Rûsya û Çînê li dijî pêşnumeya DYA’yê ya têkildarî şerê Îsraîl û Hemasê veto bi kar anî.

Rûsya û Çînê veto li dijî pêşnûmeya DYA’yê bi kar anî
22 adar, 2024   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El Hurra ya amerîkî,  Rûsya û Çînê di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’yê  de veto li dijî pêşnûmeya têkildarî agirbesta Hemas û Îsraîlê bi kar anî.

Ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê, 11 dewletan piştgirî da pêşnûmeya DYA’yê ya agirbestê, lê Çînê, Rûsya û Cezaîrê pêşnûme red kir, Guyana jî dengê xwe bi kar neanî.

DYA’yê pêşnûmeya agirbestê ya ji bo Xezayê, hêsankirina derbaskirina alîkariyan, serbestberdana dîlgirtiyên li Xezayê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kiribû.

Balyozê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzia got, "Pêşnûmeya DYA’yê siyasî ye û di rastiyê de destûrê dide Îsraîlê da ku operasyonên leşkerî li Refetê pêk bîne."

 Alîkarê nûnerê daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Dmîtriy Polyanskî, pêşnûmeya DYA’yê weke "xapandinekê" bi nav kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron  di civîna serokên welatiyên Yekitiya Ewropayê de got: "Piştî Rûsya û Çînê veto bi kar anîn, em ê di Konseya Ewlekariyê de li ser pêşnûmeya Fransayê ji nû ve dest bi xebatan bikin.  Em ê bi hevkarên xwe yên amerîkî, ewropî û Ereb re bixebitin da ku lihevkirinek çêbibe."

Wezareta Karên Derve ya Fransa duh ragihandibû ku wan bi dîplomatan re dest bi amadekirina pêşnûmeyê kiriye û diyar kiribû ku eger pêşnûmeya Amerîkayê neyê pesendkirin dê pêşnûmeyekê pêşkêş bikin.

(bb)