DAIŞ’ê 2 kes kuştin, 1 birîndar kir, 5 revandin

 Çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya Reqayê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de êriş kir. Hate ragihandin 2 kes hatin kuştin, yek birîndar bû û 5 kes hatin revandin.

DAIŞ’ê 2 kes kuştin, 1 birîndar kir, 5 revandin
22 adar, 2024   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, çeteyên DAIŞ’ê duh li bejahiya Huma yê gundewarê rojhilatê Reqayê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de êrişî karkerên berhevkirina dobelanan kir.

Di nûçeya SOHR’ê de hate diyarkirin ku di êrişê de, ji karkerên berhevkirina dobelanan, 2 kes hatin kuştin û yek din jî birîndar bû û 5 kes hatin revandin. Hate zanîn ku ji revandiyan 2 kes hatin berdan û aqubeta 3 kesên din nayê zanîn.

(bb)