Rûsya: Me 18 dronên Ukraynayê xistine
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li Bilgorod û Fournege, Rostov û Deryaya Azov 18 dronên artêşa Ukrayna xistine.
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku Hêzên Parastina Hewayî duh bi şev 18 dronên Ukraynî li kantonên Bilgorod, Fournege, Rostov û Deryaya Azovê xistine.
Wezaretê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: "6 balafirên bê mirov li kantona Bilgorodê hatin xistin, 6 balafirên din ên bê mirov li kantona Fournege hatin îmhakirin û 5 balafirên din ên bê mirov li Deryaya Azov û balafirek li kantona Rostovê hatin îmhakirin."
(bb)