Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê hat avakirin

Bi armanca pêşxistina qada aborî û çandiniyê, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Dêrazorê hat avakirin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê hat avakirin
4 cotmeh, 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 12'ê Kanûna 2023'yan hatibû pejirandin, li kantona Dêrazorê civîn hatin lidarxistin. Di civînan de ku nêrîn û pêşniyar hatibûn guhdarkirin, bi aliyên têkildar re hatin nîqaşkirin. Di dawiya civînan de biryar hat dayîn ku Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê were avakirin.

Di civîna duh de (3 Cotmeh 2024) li gorî madeya 105’an a Hevpeymana Civakî, avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê hat ragihandin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ji pispor, nûnerên deste û yekitiyên giştî yên kantonê pêk tê. Danîna plansaziyên stratejîk ên ji bo destekkirina aboriya xwecih û pêşxistina tevkariya di navbera qadan de wezîfeyên vê meclisê ne. Di heman demê de armanc dike ku parastina jîngehê were pêşxistin û serwetên aborî bi awayekî adilane werin belavakirin.

Duh jî Meclisa Aborî û Çandî ya Kantona Cizîrê hatibû avakirin.

(bb)

ANHA