Şaxê Partiya Baas li Siwêdayê hat hedefgirtin

Kesên nenas navenda fermandariya Partiya Baas, şaxê Ewlekariya Dewletê û hin navendên ewlekariyê li Siwêdayê bi gule û moşekan hedef girtin.

 Şaxê Partiya Baas li Siwêdayê hat hedefgirtin
28 sibat, 2024   23:49
NAVENDAN NÛÇEYAN

Malperan da zanîn ku dengê teqînan ji derdora şaxê Partiya Baas a Siwêdayê tevî dengê gulebaranê hat bihîstin.

Malperan diyar kir ku ew deng di encama hedefgirtina navenda fermandariya Partiya Baas, şaxê Ewlekariya Dewletê û hin navendên ewlekariyê de ji aliyê kesên nenas ve, derketin.

Îro leşkerên ewlekariyê yên hikumeta Şamê li hember xwepêşandêran li Siwêdayê gule barandin. Xwepêşandêran hewl dan bikevin navenda lihevkirina ewlekarî li hola 7'ê Nîsanê ya navenda bajêr. Di encamê de xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da û yekî din birîndar bû.

(mh)