Efrîniyek piştî vegeriya warê xwe kuştî hat dîtin

Şêniyê bi navê Adil Ebdulhenan Nesan ku di dema dawîn de vegeriyabû warê Efrînê kuştî hat dîtin.

Efrîniyek piştî vegeriya warê xwe kuştî hat dîtin
28 tîrmeh, 2026   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyê bi navê Adil Ebdulhenan Nesan ku di dema dawîn de ji koçberiyê vegeriyabû warê xwe, kuştî hat dîtin.

Çavkaniyan dane zanîn ku cenazeyê Adil Nesan ku şopên guleyan li ser hebûn li nêzê xaçerêya gundê Feqîran ê navçeya Cindirêsê  di nava baxçeyekî zeytûnan de hate dîtin.

 Adil Ebdulhenan Nesan (67) ji gundê Şîtka yê navçeya Mabata ya Efrînê ye, di dema dawîn de ji koçberiyê vegeriyabû gundê xwe.

(bb)