Rûsya gundekî Ukraynayê kontrol kir

Rûsyayê gundê Yablokov ê Ukraynayê kontrol kir. Desthilta Kîevê der barê mijarê de daxuyanî nedaye.

Rûsya gundekî Ukraynayê kontrol kir
15 mijdar, 2025   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan gundê Yablokiv ê herêma Zaporizhzhia ya li başûrê rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got kontrolkirina gund beşeke rêzeoperasyonên leşkerî ye ku armanc dikin hêzên Rûsyayê li herêma stratejîk xurt bikin.

 Desthilata Kîeve der barê mijarê de tu daxuyanî nedane.

(bb)