Dewreyên danasîna girîngiya xweparastinê

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên bajarê Çilaxayê dewreyên perwerdeyê yên xweparastinê bi rêxistin dike.

15 mijdar, 2025   15:48
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê xebatên xwe yên perwerdekirina civakê li ser xweparastinê didomînin.

HPC bi armanca ku şênî bikarin li hemberî êrişan xwe biparêzin, dewreyên perwerdeyê yên teorîk û pratîk organîze dike. Dewreyên perwerdeyê li tevahî komînan tên birêxistinkirin, her dewreyek hefteyekê didome. Di 4 rojan de waneyên teorîk û 3 rojan waneyên pratîkî li ser xweparastinê têne dayîn.

Di perwerdeyê de semîner li ser dîroka civakan, şerê gel ê şoreşerî, rêgeza parastinê û şerê taybet û çawaniya têkoşîna li hemberî wê tên şîrovekirin. Di perwerdeya pratîk de vekirin, siwarkirin û bikarnaîna çekên giran û rêbazên xweparastina ji bombebaranê têne dayîn.

Ji rêveberên HPC’ê yên Çilaxayê Meyada Remedan der barê perwerdeyê de ji ajansa me re got: "Mîsyona me avakirina civakeke rêxistinkirî ye ku karibe xwe û destkeftiyên xwe biparêze û piştgiriya hêzên leşkerî bike."

Meyada Remedan desntîşan kir ku armanca wan a bingehîn ji van perwerdeyan pêşxistina hişmendiya civakî ye ku bikare li hemberî gef û êrişan hişyar be, li aliyekî din rêxistinkirina civakê li ser bingehê şerê gel ê şoreşerî ye.

Meyada Remedan bal kişand ser tevlêbûna van dewreyan û got, tevlêbûn mezin e, bi taybetî ji aliyê jinan ve û wiha domand: "Ev asta zanebûn û hişyarbûna şêniyan û hestên wan ên neteweyî nîşan dide. Di heman demê de dide diyarkirin ku şênî di wê têghiştinê de ne ku parastina erka her ferdekî ye û divê her kes destkeftiyên xwe ji xeterî û gefên domdar ên ji hemû aliyan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin."

(bb)

ANHA