Ronahî hewl dide mîrasa çapemeniya çapkirî biparêze

13 sal e rojnameya Ronahî weşana xwe didomîne. Di rêwîtiya 13 salan de gavên girîng di pêşxistina xebatên xwe, wergirtina tecrubeyan de avêtin. Her wiha bû cihê baweriya xwîneran. Ji bo ku mîrasa çepemeniya çapkirî di serdema teknolojiyê de biparêze, tê dikoşe.

Ronahî hewl dide mîrasa çapemeniya çapkirî biparêze
16 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO

Îro (16 Cotmeh) salvegera 13`an a derxistina rojnameya Ronahî ye. Sala 2011`an ji bajarê Helebê dest bi weşanê kir û heta niha bi zimanên erebî û kurdî li kêleka pêveka zarokan a Mizgîn, weşana xwe didomîne.

Dema ku em avakirina rojnameyê bi bîr tînin, li qada rojnamegeriyê ya cîhanê û herêmê teknolojî bi pêş dikeve ku di encamê de hêdî hêdî rojnameyên çapkirî cihê xwe ji dest didin.

Rojnameya Ronahî piştî aloziya li Sûriyeyê sala 2011`an dest pê kir, hate avakirin. Heftane li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest bi weşanê kir. Hejmara wê ya yekemîn ji 12 rûpelan pêk dihat. Piştî salekê ji bo zarokan pêveka Mizgîn derxist. Ev cara yekê bû ku ji bo zarokan rojnameyek dihat derxistin.

Piştî mehekê, di hejmara 5`an de, ji bo cihêrengkirina mijarên rojnameyê, hejmara rûpelan hate zêdekirin û bû 16 rûpel. Piştî kêmtirî salekê, hejmara rûpelan careke din hate zêdekirin û bû 20. Destpêka Çileya 2015`an, rojnameya li şûna heftane êdî nîv heftane hate weşandin. Ji 30`yê Gulana 2018`an jî, derbasî weşana rojane bû. Lê ji ber derfetên çapkirinê û belavkirinê yên kêm, rojname du rojan carekê hate çapkirin. Dûre beşên kurdî û erebî hatin cudakirin. Mizgîn jî ku mehane derdiket, êdî 15 rojan carekê tê derxistin.

Li gorî editor û rojnamevana Ronahiyê Bêrîvan Xelîl heta niha hezar û 291 hejmarên erebî hatine çapkirin û li ser înternetê jî hezar û 946. Hejmarên çapkirî yên beşa kurdî jî hezar û 213 e.

Bêrîvanê rewşa rojnamegeriyê di vê serdemê de wek "şerê di navbera çapemeniya çapkirî û ya elektronîk de" wesifand û sedema wê vegerand pêşketina teknolojiyê û kêmbûna çanda xwendinê.

Bêrîvanê got: "Gelek rojnameyên cîhanî û erebî hene ku berê xwe dane weşangeriya elektronîk."

ISRARA LI SER PÊŞKETINÊ

Tevî şert û mercên çepemeniya çapkirî jî, Bêrîvan dibêje ew bi israr in mîrasa çapemeniya çapkirî di nava civakê de biparêzin û wiha domand: "Rojnameya Ronahî, niha 2 çapên çapkirî û 3 çapên elektronîk diweşîne. Em armanc û plan dikin ku hejmara xwe tev de bikin çapkirî lê derfetên kêm li pêşiya vê hewldanê bûne asteng.”

Bêrîvanê destnîşan kir ku ew her tim hewl didin naveroka rojnameyê zengîn bikin û got: “Ronahî wê her tim ji civakê re jêdereke pêbawer be û dê mîrasa çapemeniya çapkirî her tim biparêze.”

Rojnamevan û helbestvan Kemal Necim ku ji 1990`î de di rojnamegeriyê de kar dike û beşa "Têbinî" ya bi zimanê kurdî ya rojnameya Ronahî amade dike, got: "Rojnameyê di xebatên rojnamegeriyê û wergirtina tecrubeyan de gavên girîng avêtin û bû cihê baweriya xwîneran."

Li gorî Necim, ji bo ku rojname vê asta ku gihaştiyê biparêze û bêtir bi pêş bikeve, divê rojname ji dezgehên çapemeniyê yên din cudatir be.

Bi nêrîna Necim ev yek pêkan e û wiha domand: "Bi rêya kadro û nûçegihanan dikare her tim mijareke taybet û cuda bike naveroka xwe. Divê asta kadroya ragihandinê bi taybet di qada lêkolîn û lêgerînê û amadekirina nûçeyên nû de, bi pêş bixe. "

Necim di dawiyê de got: "Dewlemendkirina nûçeyên rojnameyê gelekî girîng e. Amadekirina nûçeyan têkildarî dozên girîng ji bo şêniyan. Çi yên siyasî bin yan jî aborî yan jî civakî bin. Yanî divê nûçe nêzî xemên civakê bin. Divê ew nûçe bala xwîneran bikişîne. Nûçe xîtabî beşên civakê tev de bike. Ji bo wê divê plansaziyek hebe û hevsengî di weşangeriyê de hebe. Zêdetir girîngiyê bidin dozên ciwanan."

(şx)

ANHA