45 sal e hunera xwe ya destkariyê didomîne

Nebîha Feyad a 64 salî ji 19 saliyê xwe ve bi hunera destkariyê re mijûl dibe û hewl dide zarokên xwe jî fêrî vê hunerê bike.

16 cotmeh, 2024   07:10
ŞEHBA

Nebîha Feyad (64) salî ji gundê Dêrsîwanê yê bajarokê Şera yê Efrînê ye. Dema ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di sala 2018ˈan de hate dagirkirin, Nebîheyê tevî malbata xwe koçî Şehbayê kir û jiyana xwe li Şehbayê didomîne.

Nebîha Feyad dayika 10 zarokan e, ji 19 saliya xwe ve bi derzî û tayê ji hiriyê xemlên malan dirêse û cilan ji zarokên xwe re didirû û dineqişîne.

Daxwaza Nebîheyê ew e ku behreya ku ji ciwantiya xwe fêr bûye, biparêze û zarokên xwe jî li ser vê hunerê mezin bike.

Nebîha her parçeyekê, bi sebr û hostayî çêdike û di encamê de berhemeke hunerî ya xweşik dertê holê.

Tevî ku temenê wê mezin e jî, çêkirina berheman didomîne. Nebîhayê destnîşan kir ku nikare mîna berê bi lez çêke, lê bi israr e ku vê çandê biparêze.

(şx)

ANHA