Rêveberiya Xweser: Em li gorî derfetan piştgiriyê didin kesên ji Lubananê vedigerin

Hevseroka Desteya Kar û Barên Xebitandinê û Kedkaran a Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm diyar kir ku pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê tên, didomînin û bang kir ku deriyê Til Koçerê (Yarûbiye) bê vekirin da ku baştir destekê bidin koçberan.

Rêveberiya Xweser: Em li gorî derfetan piştgiriyê didin kesên ji Lubananê vedigerin
16 cotmeh, 2024   05:10
REQA
DÎME MIHEMED

Ji destpêka şerê li Lubnanê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew amade ye kesên ji Lubnanê derdikevin, pêşwazî bike û rêwîtiya wan ber bi herêmê ve hêsantir bike.

Rêveberiya Xweser ji bo ku navendan ji kesên vedigerin herêmê re peyda bike, maseya krîzê ava kir.

Li gorî daneya herî dawîn a maseya krîzê heta niha nêzî 20 hezar kes ji Lubnanê hatine herêmê.

Rêveberiya Xweser bi rêya wergirtina agahiyan ji kesên vedigirin, hewl dide li gorî derfetên xwe bi rêya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bike.

Der barê mijarê de hevseroka Desteya Kar û Barên Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm ji ajansa me re axivî û got: “Komîteyên desteyê, li tevahî kantonan kesên vedigerin pêşwazî dikin û li kampan bi cih dikin.”

Meryem wiha domand: “Rêveberiya Xweser pêdiviyên wan ji xwarinê bigire heta sotemeniyê û dermankirinê peyda dike. Komîn jî hewl didin malbatên vedigerin herêmê bijmêre ji bo ku pêdiviyên wan peyda bikin.”

Meryem diyar kir ku Rêveberiya Xweser tevî derfetên wê yên sînordar û dorpêçê, lê bi xwe însiyatîfan radigihîne û koçberan pêşwazî dike.

Meryem ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm, barên kesên vedigerin tehemul dike. Em bi qasî dikarin pêdiviyên wan peyda dikin."

Meryem di heman demê de rêxistinên navneteweyî rexne kir ji ber ku ti desteke cidî ji penaberan re pêşkêş nake.

Di dawiyê de Meryem got: "Deriyên mirovî yên herêmê tev da girtî ne bi taybet deriyê Til Koçerê. Ji bo herêmê ev derî pişika herêmê ku pê nefese distîne. Divê NY`yê vê deriyê veke ji bo ku tevahî zehmetiyan derbas bikin.”

(şx)

ANHA