Rojnameyên erebî: Pedersen dê serdana Şamê bike 

Serdana Geir Pedersen a li Şamê, pêşdeçûnên artêşa Sûdanê û şerê Îsraîl û Hemasê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Pedersen dê serdana Şamê bike 
13 adar, 2024   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê geşedanên li Sûdanê de, rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji ber lawaziya xwe destkeftiyên leşkerî ji dest dide" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku piştî rêzedestkeftiyên meydanî ku bi dest xistibûn, siyaseta ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn a Sûdanê hilbijartiye, bandorê li destkeftiyên wê yên leşkerî kir. Hate zanîn ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê Um Derman avahiya radyo û televîzyonê ji dest da.

Li gorî nûçeyê "Xuya ye ku artêşa Sûdanê sûd ji derengmayîna Hêzên Piştevaniya Lezgîn a ji bo xurtkirina hêza xwe girt. Li gorî çavdêran; dibe ku fermandarê artêşê Ebdulfettah El Burhan di civînên borî de karîbû aliyên herêmî bide îqnakirin ku desteka leşkerî bidin artêşê. Ji bo vê jî Hêzên Piştevaniya Lezgîn di demên dawîn de bersiv da hewldanên çareserî û agirbestê. Artêşa Sûdanê ku sûd ji vê yekê girt, hêza xwe xurt kir û pêşniyara agirbestê di meha Remezanê de red kir.”

‘ŞERÊ LI XEZAYÊ DI ROJA 159’AN DE YE, DAGIRKER ÊRIŞÊN XWE LI SER XAN YÛNIS Û DÊR BELEHÊ DIDOMÎNIN’

Rojnameye El Erebî El Cedîd jî cih da şerê Îsraîl û Hemasê ku di roja xwe ya 159’an de dewam dike. Hate diyarkirin ku Îsraîlê di roja 159’an de şerê xwe yê li ser Xezayê didomîne, bêyî ku rêbazên êrişên xwe yên dijwar ên li ser taxên niştecihan û wêrankirina binesaziyê biguherîne.  Hate diyarkirin ku li gel êrişan jî ambargoyeke giran li ser zêdetirî 2 milyon filistîniyan heye û nahêle pêwîstiyên tenduristiyê û xwarinên zarokan derbasî Xezayê bibin.

‘PEDERSEN DESTPÊKA HEFTEYA BÊ DIÇE ŞAMÊ Û BI EL MIQDAD RE DICIVE’

Di nûçeyeke rojnameya El Wetan de hate diyarkirin ku dê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen destpêka hefteya bê serdana Şamê bike. Hate destnîşankirin serdan dê 2 rojan bidome û dê bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re bicive. Her wiha hate diyarkirin ku tûra 9’an a "Komîteya Destûrî" dê rojeva serdanê be.

(bb)

ANHA