14 firoşkarên madeyên hişbir hatin girtin

14 firoşkar û belavkarên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

14 firoşkarên madeyên hişbir hatin girtin
13 adar, 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê 14 belavkar û firoşkarên madeyên hişbir girtin û miqdareke madeyên hişbir desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê ev agahî parve kirin: "Hêzên me yên têkoşîna li dijî madeyên hişbir di rojên dawîn de li bajarê Hesekê girtin ser cihên firoşkar û belavkarên madeyên hişbir.

Di encama xebetên domdar ên li dijî madeyên hişbir de, Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir de li bajarê Hesekê avêtin ser cihên firoşkar û belavkarên madeyên hişbir. Di encamê de 14 kes girtin û miqdareke madeyên hişbir desteser kirin.

Madeyên hişbir ên hatine desteserkirin ev: 922 hebên captagon, 4 hezar û 355 hebên hişbir ên cur bi cur, 3 çifteyên nêçîrê, 12 guleyên çifteya nêçîrê ya 22 mm, 4 guleyên demançeyeke 7 mm, demançeyeke 9 mm, 9 telefonên destan, 3 çekên spî, 16 gurzên heşîrê, her gurzek 3 hezar û 714 gram e,  mêzînek elektronîk û 317 hezar û 700 lîreyên Sûriyeyê.

Her 14 firoşkar û belavkarên madeyên hişbr sewqî dadgeha giştî hatin kirin.

Em ê lêgerîna li belavkar û bazirganên madeyên hişbirê berdewam bikin ta pêşî li nexweşiya wê ya xeternak li ser civaka me bigirin."

(bb)