320 Şengalî vegeriyan warê xwe

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku îro jî 320 koçberên Êzidî ji wargehên Dihokê vegeriyane Şengalê.

320 Şengalî vegeriyan warê xwe
13 adar, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Vegera ji bo Şengalê bê navber dewam dike, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya valekirina kampên penaberan de, îro bi alîkariya Rêxistina Navnetewî ya Koçberan, 320 koçberên Êzidî ji kampa Kibarto ya Dihokê vegeriyan ser warên xwe ên li Şengal û derdora wê.

Di heman daxuyaniyê de tê gotin; “Malbatên ku vedigerin Şengalê, bi biryara serokwezîrê Iraqê alîkariya darayî û pêdawîstiyên nava malê ji bo wan tên dayîn. Wê wezareta me ji bo vegerandina hemû penaberan û girtina hemû dosyayên penaberan heya 30’ê Tîrmehê karê xwe dewam bike."