Rojnameyên erebî: Îsraîlê ji hebûna leşkerî ya Tirkiye ya li Sûriyeyê ditirse

Rojnameyên erebî diyar kir ku Îsraîlê ditirese ku Enqere bi rêya rêkeftinên bi desthilata Şamê re hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê xurt bike. Rojnameyê her wiha îşaret bi vê yekê kirin ku sozên destekkirinê yên ku Qeterê dane desthilata Şamê li benda siyaseta zelal a Trump a li hemberî herêmê ne. Rojnameyan der barê Sûdanê de jî diyar kir ku çareserî bi diyalogeke giştî ya navbera hêzên siyasî  û sivîl ve girêdayî ye.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê ji hebûna leşkerî ya Tirkiye ya li Sûriyeyê ditirse
27 sibat, 2025   11:18
NAVENAD NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê, fikarên Îsraîlê, cenazeyên DYA’yê yên li ser aboriya Sûriyeyê û şerê Sûdanê.

’LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ "HERÊMEKE EWLE".. STRATEJIYA ÎSAÎLÊ YA LI HEMBERÎ HEGEMONIYA TIRKIYE’

Rojnameya El Nehar der barê aloziya Îsraîl-Sûriye ya li başûrê Sûriyeyê de wiha nivîsî " Îsraîl stratejiyeke meydanî dimeşîne. Ev stratejîk pir dişibe ya ku Tirkiyê di serdema Esed de kir, dema ku Enqerê bakurê Sûriyê weke "herêma ewle" ragihandibû ku têketina artêşa Sûriyê qedexe bû. Tirkiye der barê vê yekê du argumanên sereke nîşandabû: parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê û vegerandina penaberên Sûriyeyê."

Rojnameyê diyar kir ku "herêma ewle" yan jî "temopn" ya ku Tirkiye bi tevkariya Rûsya û Îranê di serdema Esed ava kiribû, bû sedem ku Tirkiye bibe aliyekî çalakî û bibandor di qada Sûriyeyê de û bibe tevkarek li ser asta navneteweyî di dosyaya Sûriyeyê de.

Li gorî rojnameyê, "Îsraîl ditirse ku Enqere hebûna xwe ya leşkerî ya "meşrû" li Sûriyê bi rêya peymanên ligel hikûmeta Sûriyê ya bê bi kar bîne, destkeftiyan bi dest bixe û qada bandoriya xwe ya herêmî berfireh bike."

’QETER JI TIRSA SIZAYÊN DYA’YÊ XWE JI DAYÎNA FONAN BO DESTHILATDARÊN NÛ YÊN SÛRIYÊ DÛR DIXE’

Rojnameya Ereb jî diyar kir ku Sam texemîn dikir ku di serî de Qeterê dê dewletên hevalbendên wê ji bo geşkirina aboriya Sûriyeyê pereyan pêşkêşê wî bike. Hate destnîşankirin ku Qeter ji tirsa sizayên DYA’ê xwe ji dayîna fonan bo desthilatdara nû ya Şamê dûr dixe.

’SÛDAN…PIŞTÎ WESÎQEYA NÛKIRÎ ÇI HEYE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da şerê li Sûdanê wiha nivîs " Şerê niha li Sûdanê qonaxeke demkî ye. Zû yan dereng dê ev şer bi dawî bibe. Xuya ye ku fermandarên artêşê êdê dibînin veguhertina meydanî rê li ber qonaxa rêkeftinên siyasî vedike. Şer rastiyek nû ferz kir û bû sedema guhertinên kûr di ramana Sûdaniyan û rêzkirina wan ya pêşîn de."

Rojnameyê destnîşan kir ku Sûdanê hewcedarê lihevkirinekê giştî ya di navbera hemû hêzên siyasî û sivîl de heye ku hemû pirsgirêkên li welat çareser bike.

(bb)