QSD`ê bîlançoya 24 saetên dawîn aşkera kir

Di çalakiyên bersivdayînê yên QSD’ê hejmarek çete hatin kuştin, du erebeyên leşkerî hatin rûxandin û êrişeke li ser Dêr Hafirê hat şikandin.

QSD`ê bîlançoya 24 saetên dawîn aşkera kir
27 sibat, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a şer aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh (Çarşem) rêze êriş li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn. Balafirên cihên karkeran ên girêdayî bendavê û gundê Qişlê yê nêzî wê bombebaran kirin. Dagirker û çeteyan ji şeva sêşem/ çarşem heya duh herêma derdora bendavê bi çekên giran topbaran kirin, di encamê de zerarên madî çêbûn. Çeteyan bi desteka hewayî û obîsan êrîşî nuqteyên hêzên me kirin. Şervanên m bersiv dan û şerekî dijwar derket. Di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Yekîneyên Şehîd Harûn jî beşdarî bersivdayîna êrişan bûn, erebeyeke leşkerî ya BMB rûxand û erebeyek din a leşkerî ya bi tîpa Tota derbe kir.

Eniya Pira Qereqozaqê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirekr êriş li ser gundên Xeseq û Tînayê pêk anîn. Di encamê de ziyanên madî gihiştin milkên sivîlan. Her wiha gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Dîkan, Melha û Senaa, girên Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 120 guleyên roket, tank, obîsên giran û hawanan bê serûbre hatin topbarankirin. Di encama topbaranê de zerarên madî yên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Di saetên nîvro de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka obîs û balafiran, êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me êriş têk birin û şer derket. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û hin birîndar bûn, yên din jî ji cihê şer reviyan.

Di tevahiya duh de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê digeriyan."

(bb)