Rojnameyên erebî: Îsraîl xwe ji bersiva Îranê re amade dike

Senaryoyên bersiva Îranê li hember êrişa Îsraîlê û rewşa penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê rojevaên sereke yên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Îsraîl xwe ji bersiva Îranê re amade dike
12 nîsan 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî rewşa Filistînê nûçeyek bi sernavê "Îsraîl xwe ji senaryoyên bersiva Îranê re amade dike" weşand. Rojnameyê diyar kir ku Îranê gef xwar ku dê êrişa Îsraîlê ya li ser balyozxaneya Îranê ya li Şamê bê bersiv nehêle. 

Rojnameyê destnîşan kir ku şandeya Îranê ya li NY'yê pêncşemê gotiye heke Meclisa Ewlehiyê êriş şermezar bikira dibe ku êriş bê bersiv bima.

Rojnameyê da zanîn ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû welatê wî xwe ji senaryoyên bersiva Îranê re amade kiriye.

‘PENABERÊN SÛRIYEYÎ LI LUBNANÊ BI GEF Û ÊRIŞAN RE RÛ BI RÛ NE’

Der barê rewşa penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê de rojnameya El Ereb nûçeyek parve kir.

Rojnameyê diyar kir ku piştî kuştina rayedarê Hizb El Quwat Paskal Silêman bi destê komeke sûriyeyiyan, penaberên sûriyeyî bi gef û êrişan re rû bi rû ne û banga derxistina wan ji Lubnanê tê kirin.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku piştî kuştina Paskal Silêman tundî li dijî sûriyeyiyan zêde bûye.

şx))