Rojnameyên erebî: Îsraîl hewl dide herêmeke tampon ava bike

Hewldana Îsraîlê ya avakirina herêmeke tampon li başûrê Lubnanê û helwesta Hizbullah a li hemberî vê hewldanê, her wiha amadekariya Hûsiyan a ji bo şerekî demdirêj rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Îsraîl hewl dide herêmeke tampon ava bike
4 gulan, 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê hewldana Îsraîlê ya avakirina herêmeke tampon li başûrê Lubnanê de, nûçeyek bi sernavê "Îsraîl hewl dide herêmeke tampon li başûrê Lubnanê ava bike..bi dîplomasiyê an bi hêzê" weşand.

Di nûçeyê de hate gotin, Îsraîlê ji şandeyên navneteweyî yên çûne Lubnanê re, şert danîn ku ji bo vegera aramiyê li başûrê welêt, divê herêmeke tampon a bêçek bê avakirin.  Di nûçeyê de ev hewldana ji aliyê Îsraîlê ve wekî "şerekî demdirêj" hat nirxandin û ezmûna Îsraîlê ya sala 1982’an a li beşên başûrê Lubnanê hat bi bîrxistin, ku di sala 2000’an piştî şereke demdirêj a Hizbullah a li dijî artêşa wê neçar ma vekişe.

Di dewama nivîsê de hate diyarkirin, ruxmî ku Hizbullah, serokê parlamantoyê Nebîh Birî erkdar kiriye ku bi navê wê dan û standinan bi nûnerên NY’yê re bike û ruxmî ku Birî teqezî bi biryara 1701 kiriye, lê Hizbullah red dike ku beriya bidawîbûna şerê li Xezayê,  tu biryar der barê rewşa başûr de were girtin.

’HÛSÎ BI BINESAZIYEKE LEŞKERÎ YA BIN ERD, AMADEKARIYA ŞEREKÎ DEMDIRÊJ DIKIN’

Rojnameya Ereb bal kişand ku Hûsî amadekariyên şerekî demdirêj dikin. Di nûçeyê de hate gotin, Koma Ensar Ellah El Hûsî binesaizya xwe ya leşkerî ya bin erd pêş dixe û ev nirxandin hatin kirin: "Elqeya Hûsiyan a bi pêşxistin û berfirehkirina binesaizya xwe ya leşkerî di bin erdê de, nîşaneyên neynî yên niyetên wê yên der barê çareseriya siyasî de aşkera dikin. Aşkera dike ku Hûsî amadekariyên şerekî berfireh dikin. Diyar e Hûsî îhtîmala ku şer veguhere şerekî herêmî yê giştî û şerekî navneteweyî yê berfireh daniye ber çavan. Niha jî şer li dijî koalîsyona bi serkêşiya DYA’yê ve tê kirin."

(bb)