Li Rojhilat 14 kes hatin binçavkirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava 3 rojên borî de, li bajarê Şino 14 çalakvan, hunermend û welatî ji ber ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibûn, hatine binçavkirin.

Li Rojhilat 14 kes hatin binçavkirin
4 gulan, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 3 rojên borî de li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, hunermend û çalakvan jî di nav de 14 kes hatine binçavkirin. Li gorî daxuyaniyê, sedema binçavkirinê jî tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê bû.

Li gorî daxuyaniyê kesên hatine binçavkirin ev in; Yesif Hacî Xoş, Rehîm Refetî, Fexredîn Mudresî, Umêd Reşîdpak, Arman Îbrahîm, Selah Qazî, Hîsamedîn Mehmud, Mewlud Rusta, Hesen Resul, Cehfer Resul, Mihemed Sultan Pur, Xefur Şêx Mihemedî, Hadî Lawe û Ako Îbrahîm.

Tora Mafê Mirovan ragihand ku aqûbeta her 14 kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.