Rojnameyên erebî îro behsa ewlehiya lawaz a li herêmê û rola NY`yê kir

Rojnameyên erebî nivîsî ku şerê li Xezayê lawaziya ewlehiya herêmî nîşan dide. Li aliyekî din Civata Giştî ya NY`ê bû sedema gotûbêjan ku ev rêxistin êdî dikare pirsgirêkên girîng ên cîhanî bi rê ve bibe.

Rojnameyên erebî îro behsa ewlehiya lawaz a li herêmê û rola NY`yê kir
30 îlon, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser pirsgirêkên ewlehiyê yên kûr ên ku ji ber şerê li Xezayê derketine holê û gumanên li ser rola Neteweyên Yekbûyî (NY) nivîsîn.

‘EWLEHÎ LI ROJHILATA NAVÎN: RAWESTANDINA DEMKÎ YA ŞER AN ÇARESERIYEKE DEMDIRÊJ?’

Rojnameya El Quds El Erebî li ser pirsgirêkên ewlehiyê yên kûr ên ku ji ber şerê li Xezayê derketine holê, nivîsî û diyar kir ku ewlehiya herêmî êdî ne tenê bi hêza leşkerî ve girêdayî ye, lê belê bi berxwedana civakan û girêdana hêzên navneteweyî bi zagon û edaleta navneteweyî ve girêdayî ye.

Rojname da zanîn ku ji bo ji nû ve pênasekirina têgeha ewlehiyê divê şer were rawestandin, Filistîn bi awayekî rastîn beşdar bibe û çarçoveyeke hevseng a erebî û herêmî were avakirin. Her wiha divê ji bo parastina filistîniyan û pêkanîna mafên wan garantiyeke navneteweyî hebe.

Rojnameyê da zanîn ku vegerandina ewlehiyê li Rojhilata Navîn piştî şerê Xezayê dê ne wekî berê be, ji ber berdewamkirina rêbaza yekalî dê dîsa bibe sedema dubarekirina kaosê.

‘MIROVÊN AŞTIYÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat behsa Civata Giştî ya NY’yê ya îsal kir û destnîşan kir ku rêxistina navneteweyî di çavên raya giştî ya cîhanê de ne di rewşa xwe ya herî baş de ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Guterres, di axaftina xwe de zimanekî dîplomatîk ê gilover bi kar anî da ku tu aliyan aciz neke, bi taybet Amarîka. Ev yek jî krîza kûrtir a di nava rêxistinê de nîşan dide, ji ber ku giraniya rêvebirina rêxistinê di destê Washingtonê de ye, ji ber ku ew piştgirê darayî yê sereke ye û salane 2.7 milyar dolar dide.

Rojnameyê diyar kir ku ev rewş gelek pirsên têkildarî ka NY dikare rola xwe nû bike û baweriya raya giştî vegerîne, derdixe holê. Lê di heman demê de rojnameyê nivîsî ku li cîhanê alternatîfek li şûna rêxistinê tune ye û gotina "hebûna wê ji nebûna wê çêtir e" hîna jî derbasdar e.

(k)