Li Helebê hikumeta veguhêz park veguherand baregeha leşkerî

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest danî ser parkeke li derdora taxa Eşrefiyê ya Helebê û li wir baregeheke leşkerî çêkir.

Li Helebê hikumeta veguhêz park veguherand baregeha leşkerî
30 îlon, 2025   10:57
HELEB

Çavkaniyên li Helebê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest danî ser Parka Tariq Bin Ziyad a li derdora taxa Eşrefiyê ya Helebê û li wir baregeheke leşkerî çêkir.

Çavkaniyan da zanîn ku hêzên hikimetê di hundirê parkê de xalên leşkerî çêkirin, sivîl jê derxistin û paşê alav û wesayitên leşkerî anînê.

(k)