Rojnameyên erebî: Îran hewl dide herêmeke hevbeş ava bike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser hewldanên Îranê yên avakirina herêmeke hevbeş bi Iraq û Sûriyeyê re, dan û standinên agirbestê li Xezayê û pêşniyara Misirê ya berfirehkirina Kanala Siwês.

Rojnameyên erebî: Îran hewl dide herêmeke hevbeş ava bike
6 adar, 2024   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Îran hewl dide herêmeke hevbeş bi Iraq û Sûriyeyê re ku dighêje Deryaya Spî ava bike" weşand.  Di nivîsê de hate diyarkirin ku Îran hewldanan dike dide herêmeke hevpar a sêalî "Îran-Sûriye-Iraq" ava bike da ku rêya ber bi Deryaya Spî veke. Hate gotin, şêwirmendên serokê Îranê û sekretêrê bilind ê herêmên bazirganiya pêşesaziya azad û bazirganiya taybet ê Îranê Hecetullah Ebid El Malikî duh aşkera kiribû ku ji 21 welatan, bi 5 welatan re Sûriye û Iraq jî di nav de  lihevkirinek hatiye kirin da ku Îran li ser avakirina herêmeke azad a hevbeş bi wan re gotûbêj dike.

Rojnameya cih da nirxandinên berpirsekî îran ku dibêje "Avakirina herêmeke azad a sêalî ya hevbeş dê gihêştina Îranê bo herêma Deryaya Spî pir hêsan bike, her wiha dê her sê alî sûdê jî werbigirin. Di heman demê de armanc dike rêyek dabînkirinê ya dûrî deverên ku cezayên navneteweyî lê têne sepandin, ava bike. Eger li dijî balafiran êrişên leşkerî hatin kirin hingî wê ev herêm bibe ya alternatîf, ji vê zêdekirî ev rê bejahî ye ku lêçûna veguhestinê li gorî rêyên hewayî û deryayî kêmkir e."

Di dewama nivîsê de hate gotin: "Projeya îranî rastî rewşa siyasî û leşkerî ya bi girêk a  li herêmê û hebûna îranê bi taybet li herêma dê were avakirin tê. Li beramber wê, ev proje û projeya kember û rê ya çînê di hin xalan de digihînin hev û li gorî berjewendiyên çînê ye, nemaze ku gihandina enerjî û petrola iraqê jê re hêsan dike."

’AGIRBESTA REMEZANÊ: DI DAN Û STANDINÊN LI QAHÎREYÊ DE ÇI DIQEWIME’

Tûra El Erebiya jî cih da hewldanên pêkanîna agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de. Li gorî Tûra El Erebiya ku agahiyên xwe ji çavkaniyan girtiye, navbeynkar  (Misir û Qeter) hewl didin herî kêm di hefteya yekem a Remezanê de agirbesteke mirovî pêk bînin. Hate gotin, navbeynkar ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bi awayekî mezintir bo Xezayê dixebitin, di heman demê de hewl didin  Îsraîlê razî bikin ku gihandina alîkariyan berî Remezanê zêde bike. Di nivîsê de hate diyarkirin ku Îsraîl dê çend saetên bê de bersiva xwe ya li hemberî daxwazên Hemasê pêşkêşî navbeynkaran bike.

’MISIR LI HEMBERÎ GEŞEDANÊN HERÊMÊ RADIBE Û BIRYARA FIREHKIRINA QENALA SIWÊŞ DIDE’

Rojnameya Ereb bal kişand ser niyeta Misir a berfirehkirinkirina Qenala Siwêş. Hate got ku armanca hewldana nû ya firehkirinê, ew e ku di pêşerojê de nebe hevrikê kanal Siweys ji bo ku navendîbûna wê di saktora bazirganiya cîhanê de xurttir bibe û li kêleka wê şaştiyên aborî û siyasî yên di firehkirina berê de çêbûne, ji holê rake.

(bb)