Li Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku li Bexda û Nînovayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
6 adar, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku bi hevkariya saziya Îstîxbarata Iraqê, li parêzgeha Bexda û Nînovayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî de li gelek parêzgehên Iraqê dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hatiye destpêkirin û heya niha gelek çete hatine girtin.