Ji bo lêkolînkirina ava çemê Firatê komîteyek hat avakirin

Piştî ku hat gotin li Bakurê Kurdistanê di encama rûxandina axa li kana lêgerîna zêran de madeyên jehrî tev li ava Firatê bûne, Rêveberiya Xweser ji bo lêkolînkirina avê komîteyek ava kir.

Ji bo lêkolînkirina ava çemê Firatê komîteyek hat avakirin
6 adar, 2024   12:13
KOBANÊ

Roja 14’ê Sibatê li bajarê Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê kaneke lêgerîna zêran hilweşiya bû. Di encama hilweşînê de axa ku madeyên kîmyewî tevlê bibûn rûxuya bû û heta çend kîlometeyan herikî bû. Piştî bûyerê hatibû gotin ku şirket û desthilatdariya AKP’ê tedbîr negirtiye û madeyên kîmyewî tev li ava Firatê ku di nêzî kanê re derbas dibe bûne.

Piştî belavbûna nûçeyên li ser mijarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çemê Firatê tê re derbas be, tirs ket nava welatiyên ku ji bo çandinî û vexwarinê fêde ji Firatê digirin.

Li ser vê yekê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê, ji bo lêkolînkirina ava Firatê  komîteyek ava kir.

Komîteya bi navê Komîteya Rewşên Awarte ya Kantona Firatê ji 2 endamên Desteya Jîngehê, 2 endamên Desteya Rêveberiya Herêmî, 2 endamên Desteya Tenduristiyê û 2 endamên Meclisa Rêveber pêk tê.

Piştî avakirinê komîteyê bi lez û bez dest bi kar kir û nimuneyên destpêkê ji ava Firatê girtin. Di encamên testên hatine kirin de, di ava çem de madeyên jehrî nehatin dîtin.

Endamên komîteyê diyar kirin ku dibe di çend rojên pêş de di herkîna çem de madeyên jehrî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, lewma ew ê di rojên pêş de jî lêkolînên xwe berdewam bikin û agahiyê bidin welatiyan.

(bb)

ANHA