Îsraîlê baregehên hêzên alîgirên Şamê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê hin baregeh kirin hedef. Li gorî agahiyan, baregehên hatine bombebarankirin, ên hêzên ser bi Îranê ve ne.

Îsraîlê baregehên hêzên alîgirên Şamê bombebaran kirin
9 gulan, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya xwecih, artêşa Îsraîlê li Şam û gundewarên wê êrişên hewayî pêk anîn.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Îsraîlê navenda çandê ya Tevgera Nuceba ya Iraqê ya ser bi Îranê ve ya li herêma Seyida Zeyneb a li başûrê Şamê bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyan, baregeha perwerdeyê ya tevgera navborî û nuqteyeke leşkerî li herêma Kiswa ya Şamê jî hatine bombebarankirin.

(bb)