Rojnameyên erebî: Fikar hene ku şerê li Sûdanê berfireh bibe

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da diyalogên bi aliyên Sûdanê re, hişyariyên Biden ên li Îsraîlê da ku dosyaya mirovaî ya Xezayê bi kar neyne, her wiha rewşa jinên Tûnisê.

Rojnameyên erebî: Fikar hene ku şerê li Sûdanê berfireh bibe
8 adar, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê Sûdanê de nûçeyek bi sernavê “Navbeynkarên afrîkayî bi hemû aliyên sûdanî re diyalogan dikin lê ji bo El Burhan tu taybetmendî nîn in” weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku mekanîzmaya afirîkayî ya taybet bo Sûdanê ji bo çareserkirina aloziya li Sûdanê tevgerên xwe zêde kirine û çarçoveya diyalogên xwe bi hejmareke mezin a hêzên li hundir û derveyî Sûdanê re berfireh kiriye. Hate destnîşankirin aliyên navneteweyî bi fikar in ku çarçoveya şer berfireh bibe û hinek hêz vî şerê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên stratejîk bi kar bînin.

Di dewama gotarê de hate gotin: “Dan û standinên bi aliyên cihêreng ên Sûdanê re piştrast dikin ku taybetmendiyeke cuda ya fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan nîn e. Xwestekek ji bo wekheviya di navbera hemû hêzan de heye da ku helwesta xwe diyar bikin. Vê jî rê li ber hin îhtîmalên ku ne li gorî El Burah û navbeynkaran bin vekiriye. Yek ji wan îhtîmal; El Burhan wekî aliyekê aloziyê, ne wekî serokê meclisa serdestiyê were dîtin. Diyar e ku navbeynkar amade ye bi hêzên girêdayî rejîma berê re dan û standinan bike."

‘BIDEN: LI SER ALÎKARIYÊN JI BO XEZAYÊ BAZAR NABE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da xîtaba serokê DYA’yê Jeo Biden a li pêşberî Kongreya DYA’yê. Hate gotin, Bide hişyarî da Îsraîlê ku dosyaya alîkariya mirovî ya ji bo Xezayê wek kaxizeke bazarê bi kar neyne, her wiha xwest demildest agirbestek ji bo 6 hefteyan di navbera Îsraîl û Hemasê de were îlankirin.

‘QANÛNÊN TUNISÊ NIKARIN JINAN BIPARÊZIN’

Rojnameya El Nehar El Ereb jî cih da rewşa jinên li Tûnisê. Di nivîsê de ku agahiyên wê ji çalakvanên hiqûqî hatine wergirtine, hate diyarkirin ku qanûnên Tûnisê qaşo behsa mafên jinan dikin û parastina wan dikin, lê ne aktîf in û ji sûc û tundiya li ser jinan re nabin bersiv.

(bb)