Dewleta Tirk li Dihokê êriş pêk anî: 2 şehîd, 2 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker li Dihokê ya Başûrê Kurdistanê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de 2 welatî şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk li Dihokê êriş pêk anî: 2 şehîd, 2 birîndar
8 adar, 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, duh êvarî 4 welatiyên xelkê gundê Dêwke ya ser bi bajarokê Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ve, ji bo komkirina giya berê xwe dabûn çiyayê Zêbarî ya girêdayî Şêladizê.

Hate zanîn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker her 4 welatiyên ji bo komkirina giya vedigeriyan malê, bombebaran kirine û di encamê de 2 jiwan şehîd bûne, 2 jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku navê kesên di êrişê de şehîd bûne wiha ne: Seîd Mubarek Dêwîkî (35) û Araza Ferec (29). Her wiha navê yek welatiyên ku birîndar bûye Salih Mubarek e.

Heya niha der barê êrişê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.