Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran da

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, malbatan serî li dozgeriyê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran da
8 adar, 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî serlêdan kirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.